Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Nînowa kir

Hewlêr-KDP.info- Roja şemî 13.10.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nufil Hemadî Sultan Parêzgerê Nînowa kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û guhertinên dawî ya li nav proseya siyasiya Iraqê nirxandin. Her wiha di derbarê rewşa Parêzgeha Nînowa û vegerandina koçberan û rewşa xizmetguzarî û avadankirina bajarê Musilê de danustandina bîr û ramanan kirin.




