Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Hevpeymaniya Fetih kir

Hewlêr-KDP.info- Roja şemî 13.10.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Hevpeymaniya Fetih bi Serokayetiya Ebu Cîhad kir.
Li hevdîtinê de şanda Hevpeymaniya Fetih ji bilî balkişandina li ser rol û pêgeha Partiya Demokrata Kurdistanê ya li dîrokê û niha û paşaroja Kurdistan û Iraqê de tekez li ser çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê kirin. Her wiha ewe jî dûpat kir ku vekirina rûpeleke nû ya peywendiyên di navbera her dû aliyan û çareserkirina kêşe û giriftan li berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistanê da dibe.
Li beşekî dinê civînê de Serok Barzanî ronahî xiste li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û eve jî dûpat kir ku gelê Kurdistanê xwediyê dozekî rewaye û ragihand ku vekirina rûpeleke nû û çareserkirina kêşeyan pêwîste li ser bingeha tewafuq û berçavgirtina şeraketê bê û eve jî bi navê dûbarenebûna girift û kêşeyên berê be.




