26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sefîn Dizeyî: Ji bo vegerandina termên qurbaniyên Egeyê em hewl didin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ew li gel aliyê berpirsên Tirkiyê di nav peywendiyê de ne û hewl didin bo vegerandina termên qrubaniyên bûyera Deryaya Egeyê.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kuridstanê Sefîn Dizeyî li ser wan koçberên Kurd diyar kir, ku ew koçber beriya çend rojan di rêya koçkirina Ewropayê de li Deryaya Egeyê jiyana xwe ji dest dabû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve bûyerê bi awayekî hûrgilî dişopîne. Herwiha tevî sersaxî û serxweşiyê, nîgeranî, hevsoz û hevxemiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo malbat û xizmên qurbaniyan ragihand.

Sefîn Dizeyî li ser hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo vegerandina termên qurbaniyan got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî li gel aliyê berpirsên Tirkiyê di nav peywendiyê de ye û her hewlê dide û hevkariyê dike bo vegerandina termê qurbaniyan bo Herêma Kurdistanê.”

Serê sibeha roja Çarşema (10-10-2018) belemeyek, ku 34 koçber tê de bûn û ji Tirkiyê diçûn Ewropayê, li peravên Îzmîrê li Deryaya Egeyê noqî avê bû, ku 19 kesên ji wan Kurdên Başûrê Kurdistanê bûn ji parêzgeha Duhokê.

 

Nûçeyên têkildar