Hadî Amirî: Bila partiyên Kurdistanî di avakirina hikûmeta Iraqê de bi bandor bin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî kir û Amirî di hevdîtinê de dilgiraniya xwe ji ber wê yekê nîşan da ku ji bo kursiyê Serokomariya Iraqê berbijêrekî hevbeş ê Kurdan tinebû û ragihand: “Em hêvî dikim ku di proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de aliyên Kurdistanî rola xwe ya bi bandor bibînin.”
Îro Pêncşema 04-10-2018an li Hewlêrê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî kir.
Di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên li nav proseya siyasî hat gotûbêjkirin û ronahî jî xistin ser rûdanên roja 2yê Cotmehê ya li nav Parlementoya Iraqê.
Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî di vê mijarê de dilgiraniya xwe li wê yekê nîşan daye ku partiyên Kurdistanî nikarîne yek kandîdê hevbeş ji bo kursiyê Serokomariya Iraqê diyar bikin.
Herwiha Hadî Amirî bal kişandiye ser rola bi bandor a PDK û partiyên Kurdistanî di proseya siyasî ya Iraqê de û hêviya wê yekê xwest ku di proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de partiyên Kurdistanî rola xwe ya bi bandor bibînin




