26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Ranya YNKê hêzên çekdar birine ser navendên dengdanê û tezwîr kiriye

Çavkanî: KDP.info

 

Ranya-KDP.info- Li bajarê Ranya yê ser bi Silêmaniyê ve, YNK hêzeke çekdarî biriye ser navendên hilbijartinan û sextekarî û tezwîreke mezin kirine.

Berpirsê Şaxa 11 ya PDKê li Raperîn Hîwa Geylanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Li Ranya binpêkirin û sextekarî hatiye kirin. YNK hêzeke çekdarî biriye ser navendên dengdanê û zextê li welatiyan dikin ku dengê xwe bidin YNKê û li karmendên komîsyonê jî dane.”

Hîwa Geylanî wiha got: “Me ji komîsyonê re gotiye ku sextekarî li Ranya tê kirin û komîsyon jî dizane ku li karmendên wan dane û emê gilî bikin.”

Nûçeyên têkildar