26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Duhokê hilbijartin bi şêweyekî baş birêve diçe

Çavkanî: KDP.info

 

Duhok-KDP.info- Rêberê Fermangeha Giştî ya Komîsyona Hilbijartinan li Parêzgeha Duhokê Elî Bendî ragihand ku heta danê nîvro proseya hilbijartina li parêzgeha Duhokê bi şêweyekî baş birêve diçû û ti kêşeke nebûye.

Elî Bendî ji malpera KDP.info re ragihand: “Li parêzgeha Duhokê proseya hilbijartinan bi hemû şêweyekî baş birêve diçe û alîkariyeke mezin di nava bingehên dengdanê de heye û xelk bi awayekî aram û azad dengê xwe didin.”

Navhatî xuya kir ku, bi tenê pirsgirêkek heye ku xelk tên dengdanê û hemû nasnameyên ku komîsyonê daxwaz ji wan kiriye, naynin ji ber ku şevê din komîsyonê biryar da ku dengder pêwîste hemû paspor an jî 2 nasnameya ligel xwe bîne dengdanê û hêj gelek kes ha ji vê biryarê nebûn.”

Nûçeyên têkildar