26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

NY piştevaniya xwe bo biryaryên Komîsyona Hilbijartinan ragihand

Çavkanî: KDP.info

 

Helebçe-KDP.info- Neteweyên Yekbûyî piştevaniya xwe bo biryarên Komîsyona Hilbijartinan ya Kurdistanê yên derheqê dengdanê de nîşan da û ragihand, lê ew biryar dereng hatine ragihandin.

Şeva borî Komîsyona Hilbijartinan ya Kurdistanê ragihand, ji bona ku di hilbijartinên Kurdistanê de sextekarî neyê kirin, çend biryar dane ku yek ji wan ew e ku her welatiyek divê him nasname him jî regezanmê bi xwe bibe ser sindoqa dengdanê.

Alîkara nûnerê sekreterê giştî yê NY li Iraqê (UNAMI) Lîza Grandy, li bajarê Helebcê serdana çend navendên dengdanê kir. Lîza Grandî paşê ji rojnamevanan re got ku dengdan baş pêşde diçe.

Li ser biryarên Komîsyonê jî Grandy ragihand, eger bo astengkirina sextekariyan be karekî baş e lê dereng hatine ragihandin.

Nûçeyên têkildar