26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peymangeha Washington: Li Hewlêrê hilbijartin pir baş e û binpêkirin tune ye

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrên navxwe û biyanî, çavdêriya proseya hilbijartinan dikin û lêkolerek di Peymangeha Washingtonê ya Siyaseta Rojhilata Navîn de dibêje: “Me serdana navendên dengdanê kirin û prose li Hewlêrê pir bi başî birêve diçe û ti binpêkirin tune ye.”

Dr. Bîlal Ehmed Wehab Lêkoler di Peymangeha Washingtonê ya Siyaseta Rojhilata Navîn de ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek tîmeke amerîkî di yek ji peymangehên stratejîk ên Amerîka de, çavdêriya hilbijartinên Kurdistanê dikin. Me li Hewlêrê serdana çend navendên dengdanê kiriye û prose bi başî birêve diçe û ti binpêkirin çênebûne.”

Wehab wiha got: “Ew navendên ku me serdana wan jî kiriye, rêjeya dengdanê tê de baş bûye û dê ew rêje zêdetir jî bibe.”

Attachments area

Nûçeyên têkildar