26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî ji bo kursiyê serokmar: Rêzê li raya piraniya xelkê Kurdistanê bigrin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî derbarê kursiyê Serokmariya Iraqê peyamek belav kir û tê de got: “Em dibînin tiştekî baş e ku diyarkirina birêzekî ji bo kursiyê Serokayetiya Iraqê ji aliyê fraksiyonên Kurdistanî li Bexda ve pêk were, ku her birêzek dengê zêdetir ê nûnerên parlamenterên Kurd bi destve bîne, wek berbijêrê Kurdistanê ji bo Serokayetiya Komar bê diyarkirin.”

Ev jî naveroka wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro îna 28.09.2018 li ser daxwaza xwe û ji bo pirs û ra li ser kursiyê Serokomar, Dr Berhem Saleh serdana me kir.

Ligel rêzê ji bo Kekê Dr Berhem lêbelê kursiyê Serokomarî girêda ye bi mafê siyasî yê gelê Kurdistanê. Ew kursî ne girêdayî kesna û partiyeke siyasî ye, herwiha ew kursî pêwendî bi hemû pêkhatên Iraqê ve heye û di nav de jî gelê Kurdistanê ve.

Me dixwest ku hemû partiyên Kurdistanî li ser yek berbijêrî lihev bikin, lêbelê hevalên YNK tekalî berbijêrê xwe diyar kir û paşê aliyên din ên Kurdistanî û PDK jî berbijêrê xwe ji bo wî kursî diyar kirin.

Niha jî ji bo yekalîkirina vê pirsê pêwîst e rêya diyarkirina berbijêr ji bo kursiyê Serokomar her li cem partiyên Kurdistanî bimîne û rêz li raya piraniya xelkê Kurdistanê bê girtin.

Herwiha em dibînin tiştekî baş e ku diyarkirina birêzekî ji bo kursiyê Serokayetiya Komarê Iraqê ji aliyê fraksiyonên Kurdistanî li Bexda ve pêk were, ku her birêzek dengê zêdetir ê nûnerên parlamenterên Kurd bi destve bîne, wek berbijêrê Kurdistanê ji bo Serokayetiya Komar bê diyarkirin.

Ez daxwaz dikim ku hemû partiyên siyasî rêzê li deng û raya piraniya parlamenterên Kurd li Bexdayê bigrin.

Mesûd Barzanî
28.09.2018”
Attachments area

Nûçeyên têkildar