26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Civîna cîgirê seokê hikûmetê digel wezareta edaletê

Çavkanî: KDP.info

Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê îro (27.05.2012) li bajarê Hewlêrê serdana wezareta edaletê kir û ji aliyê Şêrwan Heyderî wezîrê edaletê û rêvebirên wezaretê ve hat pêşwazî kirin.

Di civînekê de, wezîrê edaletê ji cîgirê serokê hikûmetê re behsa kar û xebatên wezareta edaletê û çewaniya birêveçûna karên rojane yên îdarî kir. Wezîrê edaletê di axavtina xwe de daxwaz kir ku qanûna wezareta edaletê bihête serast kirin daku karûbarên dozgerê giştî û heykelê wezaretê jinûve bên rêxistin û ew tevlîheviyên hene nemînin.

Piştî minaqeşe û nirxandinê, di civînê de, biryar hat dayîn ku akademiya dadweran (hakiman) bê vekirin, û cîgirê serokê hikûmetê got ku, ji bona ku, di demeke nêzîk de bê vekirin, ew dê hemû pêdawîstiyên akademiya dadweran debîn bikin.

Cigirê serokê hikûmetê, li ser navê Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku, ji bona parastina serweriya qanûn û serbixweyîya biryaêrn hakiman, hikûmeta herêma Kurdistanê bi cidî kar dike. Îmad Ehmed got jî ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi rêya wezareta edaletê ji bona serbixweyîya desthilata dadweriyê, mehkeman û çalakirina dizgerî giştî bi cidî dixebite.

 

Nûçeyên têkildar