26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî 14 saliya Kurdistantv pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî bi minasebeta 14 saliya damezrandina kanala Kurdistantvê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyamek pêşkêş kir ku, ev jî tekesta vê ye;

 

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Birêzan Birêvebir û Karmendên Kurdistantvê

Silav û rêz

 

Bi minasebeta 14 saliya kar kirina kanala we ya xweştewîst gerimtirîn silav û pîrozbayiyên xwe pêşkêşî weyên ezîz û xweştewîst dikim.

 

Kurdistantvê weke yekemîn kanala asmanî ya Îraq û Kurdistan di nava 14 sal temena xwe de xizmeteke gelek baş û berçav pêşkêşî çapemenî û mîdiyaya Kurdî kiriye û jibilî girîngiya vê ya di warê ragihandinî de di warê siyasî, civakî, hunerî û Rewşenbîrî de jî pêngavên gelek baş û avêtiye û destkeftên baş bi dest xistiye û hertim bi hest kirin bi berpirsiyartiya xwe ya netewî li hember bûyer û rûdawan tevgeriyaye.

 

Hêvî dikim hevdem ligel hilkirina mûma 14 saliya temena xwe de Kurdistantvê serkeftinên baştir bi dest bixe û hertim estêra geş û taqane ya asmana mîdiyaya Kurdî be ku, çemkên demokrasî, lêbûrîn, bihevre jiyan, tebayî û yekrêziya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê û seraserê Îraqê diyar bike û hêz û karînên xwe tevger bike û kar û dahênanên zêdetir.

 

Careke din pîroz be, her serfiraz û pir bexşîş bin

 

Serokê Kurdistanê

Mesûd Barzanî

16.1.2013

Nûçeyên têkildar