Di nava siyasetmedarên Ewropa de behsa salvegera referandumê hat kirin

Hewlêr-KDP.info- Di civîna serkirdatiya Lawê Partiya Gelên Ewropa li bajarê Boxarêst paytexta Romanya, behsa yekemîn salvegera referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê hat kirin.
Felah Mistefa, ew ciwanê Kurd e ku Cîgirê Serokê Lawên Siyasî yên Cîhanê ye û di civînê de beşdar bû, ji kesê amade re got, divê siyasetmedarên Ewropa hizra wê yekê bikin ku ji ber çi gelê Herêma Kurdistanê ev rê da ber xwe û bi rêjeya 93% ji miletê Kurdistanê dengê xwe dan serxwebûna Kurdistanê.
Felah Mistefa behsa şerê li dijî DAIŞê û qehremaniya Hêzên Pêşmerge kir ji kesê amade re û got ku dema Pêşmerge şerê terorê dikir, hikûmeta Iraqê ne tenê alîkariya Kurdistanê nekir, lê belê rêgir jî bû ku alîkariyên leşkerî yên welatan bighên Kurdistanê, ku Hêzên Pêşmerge wê demê ji bo parastina welatê xwe û parastina hemû cîhanê jî şerê terorê dikirin.
Di wê civînê de siyasetmedarên amade bi rêz behsa referandumê kirin û piştevaniya xwe ji bo Hêzên Pêşmerge nîşan dan.




