26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Japonya: Kurdistan navendeke girêng a aştî û aramiyê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Japonya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan got ku Kurdistan navendeke girêng e ji aştî û aramiyê, lewma jî ew dixwazin di hemû waran de têkeliyên xwe ligel Kurdistanê bihêz bikin.

Îro Dûşemê, li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Naofumi Hashimoto Balyozê nû yê Japonya li Iraqê kir.

Di destpêka hevdîtinê de, Hashimoto spasî Serok Barzanî kir ji bo rexsandina derfeta hevdîtinê û xweşhaliya xwe nîşan da ku li destpêka karên xwe da wekî Balyozê nû yê Japon li Iraqê, hatiye Kurdistanê û li gel Serok Barzanî dicivive.

Balyozê Japonya li Iraqê, rola Kurdistanê li proseya siyasiya Iraqê da bi bandor û bilind nirxand û ragihand ku Kurdistan navendekî girîng e ji aştî û aramiyê li navçeyê de û Japonya hez dike di hemû waran de têkeliyên xwe yên li gel Kurdistanê pêş bixe, bi taybetî di warê aborî de û ev aştî û aramî handerekî bihêz e ji bo veberhênanê û em jî karê zêdetir bo wê dikin.

Balyozê nû yê Japonya herwiha ragihand ku welatê wî bi girîngiyekî zêde ve berê xwe dide Kurdistanê û wan hewl daye ku projeyên stratejîk li Kurdistanê bicîh bikin û niha jî di warên av û kehrebe û avero û bendavên li Kurdistanê de hevkariya Kurdistanê dikin û hewl didin di warê çandinê de jî projeyên Japonya hebin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mêvan, hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Japonya xwest û ragihand ku ji bo serkeftina projeyên Japonya ew amade ne ji bo hemû hevkariyekê. Serok Barzanî piştevaniya xwe jî ji bo zêdetir pêşxistina pêwendiyên di navbera Kurdistan û Japonyayê de nîşan da.

Her di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya Iraq û Kurdistan û navçeyê de, gotûbêj hatin kirin.

Nûçeyên têkildar