26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Eşîrên Ereb daxwaza hevkarî ji serok Barzanî kirin

Çavkanî: KDP.info

Duhî li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêwşaziya hijmareke Serok Eşîrên Ereb yên Îraqê bi Serokatiya Serok Eşîrê Şemer Mîr fevaz Muhemed Jeyab Elcerba kir.

 

Di hevdîtineke de heyeta mêwan li ser navê Eşîrên Ereb yên li Başûr û naverast û Bakûrê Îraqê destpêşxeriyek di derbarê dawî anîn bi kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêşkêşî Serok Barzanî kirin û ragihandin ku, Eşîrên Ereb bi ti awayî beşdariya ti nakokiyeke netewî nakin.

 

Heyeta mêwan herwiha rola Serok Barzanî jî bi roleke girîng wesif kirin û daxwaz ji Serok Barzanî kirin daku, rola xwe ya girîng bidomîne.

 

Di dawiya hevdîtinê de jî Serok Barzanî destxweşiya xwe pêşkêşî wan Eşîrên Ereb kir û tekez li ser vê yekê kir ku, Kurdistan pêşwaziya her cure destpêşxeriyekî dike ku, bibe sedema dawî anîn bi kêşeyên heyî.

Nûçeyên têkildar