Nêçîrvan Barzanî û Malikî kursiyê Serokmar gotûbêj kirin

Bexda-KDP.info- Di civînekê de, Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokmarê Iraqê Nûrî Malikî paşeroja proseya siyasî ya Iraqê û gotûbêjên di navbera aliyên siyasî de ji bo avakirina hikûmeta bê ya Iraqê gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî û Malikî li Bexdayê civiyan û di wê hevdîtinê de paşeroja proseya siyasî ya Iraqê û gotûbêjên di navbera aliyên siyasî de ji bo avakirina hikûmeta bê ya Iraqê gotûbêj kirin û amaje bi proseya destnîşankirina serokmarê bê kirin.
Herdû aliyan tekez kirin li ser hevkarî û hevahengiya di navbera aliyên siyasî de ji bo avakirina hikûmeteke bihêz ku bikaribe aramiya siyasî û xizmetan li welat peyda bikin û daxwaz û berjewendiyên xelkê cîbicî bikin.




