26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Azerbêcan: Kurdan bi qehremanê şerê terorê kirin

Çavkanî: KDP.info

 

Azerbêcan-KDP.info- Di civîna herdû Encûmenên Serkirdatiya Lawên Siyasî yên Ewropa û Asyia ligel Cîgirê Serokê Hikûmeta Azerbêcan Elî Ehmedov, behsa Herêma Kurdistanê hat kirin û Ehmedov got ku Kurdan bi qehremanî şerê terorê kir.

Di wê hevdîtinê de, Felah Hesen ku Kurd e û cîgirê yekem ê serokê herdû rêxistinên Lawên Siyasî yên Cîhanê û Ewropa ye, behsa rewşa Herêma Kurdistanê kir û ji Cîgirê Serokê Hikûmeta Azerbêcan re got: “Wek lawên Kurdistanê armanca me ew e ku em dostayetiya xwe ligel cîhanê pêş bixin û peyama xwe bighînin hemû cîhanê.”

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Hikûmeta Azerbêcan behsa qehremaniya gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir, ku li cîhanê ew qehremanî deng vedaye, ku dema gelê Kurd û Pêşmerge şerê terorîstên DAIŞê kirin û hêvî xwest ku dostayetiya herdû gelên Azerbêcan û Kurdistanê pêş bikeve.

Felah Hesen wiha got: “Hebûna lawên siyasî Kurd di van pêgeh û civînan de, wêneyekî baş û zêdekî û azadîxwaz a ciwanên Kurd nîşanî hemû cîhanê dide.”

Nûçeyên têkildar