26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatiya Kurdistanê teqînên Kerkûkê şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî Serokatiya Kurdistanê di derbarê kiriyara Terorîstî ya Kerkûkê de daxuyaniyek weşand û ev kiriyara hovane mehkûm kir, ev jî tekesta vê daxuyaniya hane;

 

Evro li Bajarê Kerkûk û Bajarokê Dûzxormatoyê de çend teqînên Terorîstî pêk hatin û welatiyên medenî û baregehên part û aliyên siyasî kirine armanc û di encam de 25 welatî Şehîd ketin û nêzî 200 kesên din jî birîndar bûne.

 

Em weke Serokatiya Kurdistanê bi tundî ev kiriyara hovane mehkûm dikin û perse û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî kesûkarên qurbaniyan dikin û hêviya zûtir başbûna birîndaran jî dikin.

 

Daxwaz ji Hikûmeta Kurdistan û tevahiya dezgehên têkeldar yên Hikûmeta Kurdistanê dikin ku, bilez hevkariyên pêwîst bigehîne wan Deveran ku, bûyer qewmiye.

 

Hevdem daxwaz ji dezgehên ewlekarî yên Kerkûkê jî dikin ku, bilez ev kesên ku, destê wan di nava wan kiriyaran de heye eşkere bikin daku, werin darizandin.

 

Em dixwazin vê yekê jî bijin ku, her çend ev kiriyara hovane bû sedema dilgiraniya tevahiya me lêbelê bi ti awayî nikare bandor li ser bihevre jiyan li Kerkûkê de bike.

 

Diwana Serokatiya Kurdistanê

Nûçeyên têkildar