26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: PDK dê serkeftineke mezin bidestve bîne..Em xwedî armanceke stratejîk in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî ragihand, PDK soza ku bicih nebe, nade. PDK xwedî armanceke stratejîk in û li gor siyaseta rojê helwesta xwe naguhêre û ji wan armancên stratejîk bi paş ve venakişe.

Serok Barzanî di hevdîtinekê ligel kesayetî, rîsipî û nûnerên pêkhate û çînên bajarê Hewlêrê de spasiya xweragirî û rawişta bilind a xelkê Hewlêrê kir û ragihand, “Tevî hemû êş û azaran, we çespandiye ku niştimanperwer û xwedî rawişta bilind in, we nehîşt ewlehiya bajarê we têk biçe, bi wê jî we xizmeteke mezin bo aramî û ewlehiya Kurdistanê kir.”

Serok Barzanî amaje bi rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçê kir û behsa sedemên biryardana birêveçûna referandûmê, qonaxa piştî referandûm û xiyanetiya 16ê Cotmehê kir û ragihand, piştî ku desthilatên Iraqê her hewlek dan ku xelkê Iraqê li dijî Kurdistanê sor bike û cudahî û pirsgirêkan ligel desthilata Herêma Kurdistanê bike pirsgirêkên di navbera Kurd û Ereb de, lê encamên hilbijartinên meha Gulana bûrî derxist ku baweriya xelkê Iraqê bi wê yekê nayê.

Li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê û Iraqê û hilbijartinên meha Gulana bûrî ya parlemantoya Iraqê ragihand, heger çi nehezên Partiya Demokrata Kurdistanê ji ber sedema piştevaniya temam bo referandûmê kete jêr fişarên siyasî û abûrî, lê derket ku bi hîmeta kadro, endam, alîgir û camewerê PDKê, PDKê karî dengê yekem li ser astê Kurdistanê û Iraqê misoger bike û bibe partiya yekem li ser astê Iraqê.

Serok Barzanî amaje bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê kir û ragihand, baweriya me wiha bû ku ta ligel Iraqê bin, pêwîst e baştirîn pêwendiyên me hebin û her dem aştî û guftûgo bijardeya me bû. Em şer naxwazin û li dijî şer in, lê heger em neçar bibin PDK xwe bo parastina xak û rûmeta gelê Kurdistanê dibexşîne.

Li ser hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê Serok Barzanî ragihand, bi piştevaniya gelê me, PDK serkeftineke mezin bidest dixe û bi wê serkeftinê jî hikûmeteke bihêz pêk tîne, ku bikare çaksaziya rihayî di hemû warên jiyana siyasî, abûrî û îdarî yên Herêma Kurdistanê de bike.

Serok Barzanî tekez kir, PDK soza ku bicih nebe, nade. Em xwedî armanceke stratejîk in û li gor siyaseta rojê helwesta xwe naguhêrin û ji wan armancên stratejîk bi paş ve venakişin. Her kes û aliyek xwedî armancên stratejîk be, divê amade be bi canê xwe ji bo wê bibexşîne, ji ber wê PDK her dem ji bo parastin û bexteweriya gel de xwe dibexşîne.

 

Nûçeyên têkildar