26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fazil Mîranî: Kursiyê serokomariya Iraqê vê carê pişka PDKê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî dibêje, kursiyê serokomariya Iraqê vê carê pişka PDKê ye û eger PDK ligel YNKê li ser kursiyê serokmariyê rêkeftinê nekin dê berbijêrê PDKê jî ji bo wî kursî hebe.

Berpirsê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ji radyoya Dengê Amerîka re behsa parvekirina posta serokomariya Iraqê di navbera PDK û YNKê de kiriye û gotiye, vê carê posta serokomariyê ya PDKê ye. Me ji YNKê re jî gotiye. Jixwe sê doran posta serokomariyê ya YNKê bû, vê carê jî ya PDKê ye. Em hêvîdar in rewş negihê wê astê ku PDK û YNK xwedan namzedê cuda bin.

Li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê jî Fazil Mîranî gotiye, ji ber nakokî û hevrikiyên zêde hikûmeta nû ya Iraqê heta meheke din jî pêk nayê.

Berpirsê polîtburoya PDKê li ser namzediya Berhem Salih bo serokomariya Iraqê jî gotiye, ez bawer nakim YNK wî bike berbijêr çimkî dema ji nav YNKê derket, digot, ez êdî venagerim nav YNKê.


 

Nûçeyên têkildar