26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Spanya: Em dixwazin pêwendiyên me û Kurdistanê bihêztir bibin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Şandeke welatê Spanya ya bi serokatiya balyozê wî welatî li Bexdayê li Hewlêrê li gel Nêçîrvan Barzanî civiyan û aliyan pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin.

Îro Duşemê danê sibê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Spanyayê li Bexdayê Juan José Escobar Stemmann û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Îspanyayê li Bexdayê Juan José Escobar Stemmann behsa rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê xwe, herwiha pêşvebirina pêwendiyan di warê zanistî, çandî û aborî de kiriye.

Juan José Escobar Stemmann herwiha ji ber pêşwazîkirina hejmareke zêde yê penaber û koçberên destê terorê destxweşî li hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.

Di hevdîtinê de Serokwezîr Barzanî jî ragihandiye, ku Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê pêwendiyên li gel Spanyayê giring dibînin û amade ne ji bo zêdetir pêşvebirina peywendiyan di hemû waran de kar bikin, bi taybetî jî di mijara binyadanîna pêwendiyên aborî ya herdu aliyan.

Herwiha di hevdîtinê de rewşa siyasî, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, diyaloga di navbera aliyên siyasî yên Iraqê, rola siyasiyên Kurdistanê di pêkanîna hikûmetê de û beşdarbûna hikûmetê hatine gotûbêjkirin.


 

Nûçeyên têkildar