26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK: Ji bo vegerandina mafên me yên zeftkirî, em ti derfetekê jidestê xwe nabin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Polîtbûroya PDKê bo boneya 57emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û tê got: “Di xebata siyasî de, ji bo vegerandina mafên me yên zeftkirî, em ti derfetekê jidestê xwe nabin.

Polîtbûroya PDKê di peyama xwe de ragihand: “Beriya 57 salan ji niha, gelê Kurdistanê li dijî agir û hesin û li dijî dagîrkariyê û ji bo mafên xwe yên rewa, biryar da ku bi şoreşê bergiriyê li xwe û li axa Kurdistanê bike. Şoreşa Îlonê bi keda Pêşmerge û bi piştevaniya gelê Kurdistanê karî rêjîma Iraqê neçar bike ku itîrafê bi nasnameya neteweya Kurdî û bo cografiya Kurdistanê bike, ew jî di çarçoveya rêkeftina 11ê Adarê de, ku ew yekem şoreşa Kurdî bû ku karî bighê armanca xwe û destkeftên siyasî bidestve bîne.”

PDK di peyama xwe de wiha domand: “Niha ku 57 sal bi ser destpêkirina Şoreşa Îlonê re derbas dibe, gelê Kurdistanê hêj bi rihê Îlonê berdewam e li ser xebata xwe. Ti girêk û astengiyekî nikariye rê li pêşiya xebata gelê Kurdistanê bigre. Gelê Kurdistanê welatê xwe ji terorîstan parast û hovtirîn dijminê mirovatiyê şikand. Gelê Kurdistanê niştimanê xwe ava kiriye û di şerê birçîkirina Kurdistanê de, li ber xwe da û nehişt pilanên wan ên nehiştina Herêma Kurdistanê biser bikevin. Gelê Kurdistanê piştî 100 salî ma bêpar ji mafê xwe yê biryardanê li ser çarenivîsa xwe, di referandumeke serkeftî de biryar li ser çarenivîsa xwe da. Piştre jî hebûna Herêma Kurdistanê parast û pilanên nehezan pûç kir. Gelê Kurdistanê niha ji berê zêdetir rijd e li ser bidestxistina mafên gelê Kurd.”

Polîtbûroya PDKê ragihand: “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) çawa hercar heta neçar nebe şer û xebata çekdarî nake, niha jî di xebata xwe ya siyasî de ji bo vegerandina mafên xwe zeftkirî ti derfetekê red nake, lewma jî niha em di proseya siyasî ya Iraqê de beşdar in, tevî ku ew prose pir alozî û girêk e û xwedî paşerojeye nezelal e.”

Nûçeyên têkildar