26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

HDKê: Îran bi mûşekan li baregaha HDK li Başûrê Kurdistanê da

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Îran çend mûşek avêtine ser baregaha Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) li bajarê Koye yê Başûrê Kurdistanê û li gorî zanyariyan şehîd û birîndar hene.

Endamê Serkirdatiya HDKê Îbrahîm Çukelî ragihand: “Çend mûşek li baregaha HDKê ketine û hejmareke şehîd û birîndar hene.”

Hejmareke xelkê Koye tekez dikin ku balafirên bê pîlot li ser asmanê Koye firyane.

Endamê Rêveberê HDKê Mensûr Mirwetî ragihand: “Em di civîna serkirdatiya partiya xwe de bûn, dema ku Îran bi mûşekan li navenda me dan û hejmareke şehîda û birîndar hene. Birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.”

Berpirsê Asayişa HDKê Karo Resûl jî ragihand: “Nêzîkî 10 mûşek bo navenda me hatin avêtin û hejmareke şehîd û birîndarên me hene.”

Nûçeyên têkildar