Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Kutleya Meşrû'î Erebî û şandekî li gel kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî li Pîrmam pêşewazî li şand a Gruba Projeya Ereb bi Serokatiya Hamis Hencer kir.
Îro Îna 07.09.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer Serokê Kutleya Erebî û şandekî li gel kir ku ji Cemal Kerbulî û hejmarek ji serkirde û nûnerên nû yê hilbijartiyên Encûmena Nûnerên Iraqê pêkhatibû.
Di civînê de pêşhatên siyasiyên dawî û guhertinên hevkêşeyên pêwîst bi damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin û tekez li ser zêde hewlên ji bo damezrandina hikûmetê bi mebesta çareserkirina kêşeyên hemwelatiyan û dabînkirina xizmetguzariyên wan kirin.
Her di vê civînê de ronahî xistin ser rûdanên bajarê Basra û nerazîbûnên xelkê û wê yekê dûpatkirin ku pêwîste zûtirîn dem daxwaz û mafên xelkê bajarê Basra bêne bi cîhkirin.




