26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi beşdariya Serok Barzanî Kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê birêve çû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê îro bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî 8. kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê li dar ket.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê sala 1952an li ser daxwaza Rêberê Tevgera Rizgarîxwaz a Gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî hat damezrandin.

Serok Mesûd Barzanî di kongreyê de amade bû û destpêkê jî beşdarî pêşangeheke taybet bi dîroka xebata Yekîtiya Jinên Kurdistanê di qonaxên cuda û karên bi destên jinan hatine çêkirin, bû.

Di kevana kongreyê de, pêşangeheke teblo, wêne û posteran jî hatibû vekirin, ku li ser jinan û rola wan di civakê û xebata rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de bû.

Herwiha pêşangeheke kar û hunerên destî yên jinan jî hatibû vekirin.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê di sala 1952an de hatiye damrzrandin, û yekemîn kongreya xwe bi awayekê nihênî di sala 1963an de lidar xistiye.

Heta niha Yekîtiya Jinên Kurdistanê 7 kongre saz kirine û îro heştemîn kongreya wê yekîtiyê li Hewlêrê birêve diçe.

 

Nûçeyên têkildar