Osman Baydemîr: Beşdarbûn di merasîma cenazeyan de xurtkirina aştiyê ye

Duhî li Amedê, şaredarê Amedê Osman Baydemîr û seroka baskê Jinên BDP Pelîn Yilmaz, derbarê bernameya merasîma cenazeyên 3 jinên siyasetmedarên kurd de yên ku li Parîs a paytextê Fransayê hatin kuştin, civîneke çapameniyê saz kirin.
Di evê civîna çapemenîyê de Şaredarê Amedê Osman Baydemîr banga tevlêbûna zêde li xelkê kir û got, ku beşdariya di merasîma cenazeyan de xurtkirina aştiyê ye.
Herwiha di evê konfransa çapamenîyê de Pelîn Yilmaz jî destnîşan kir, ku ew dê roja pênşembê demjimar di 11.00 de li Batîkenta Amedê merasima cenazeyan pêk bihînin û da zanîn cenaze dê ji aliyê jinên BDP’î ve bihên veşartin.




