26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Brett Mcgurk avakirina hikûmeta Iraqê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan guhertinên di nava proseya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de, gotûbêj kirin.


Îro Îna 31.08.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Brett Mcgurk Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê û şandekî li gel kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û Steven Fagin Konsolê Amerîka li Hewlêr pêkhatibû.

Di hevdîtinê de pêşhatên siyasî yên dawî û guhertinên hevkêşeyên nav proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin û di derbarê rêyên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her di vê civînê de tekez li ser pabendbûna bi prensîpên şeraketa rastî ya di navbera nûnerên pêkhatên Iraqê kirin û herdû alî jî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku heta rastirina proseya siyasî ya Iraqê herdû alî li ser şêwir û peywendiyên berdewam bin.

 

Nûçeyên têkildar