PDK: Kîja aliyê Iraqê mafên Kurdistanê nas bike emê tevlî wê bibin

Hewlêr-KDP.info- Îro Encûmena Serkirdatiya PDKê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî civiya. Berdevkê PDKê jî ragihand ku kîja hevpeymaniya Iraqê mafên Kurdistanê nas bike, PDK û YNK dê tevlî wê hevpeymaniyê bibin.
Piştî civînê, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di konferanseke rojnamevanî de ragihand, kursiyê serokomarê Iraqê bi ya xelkê Kurdistanê ye. Me bi aliyên Şîe û Sune re ew yek yekalî kiriye. Wek çawa serokê hikûmetê yê Şîeyan e û kursiyê serokê parlemantoyê yê Suneyan e, kursiyê serokomar jî yê xelkê Kurdistanê.
Herwaha derbarê helwêstê PDKê yê ji bo pêkanîna helbijartinên parlamentoya Kurdistanê di dema hatî diyar kirin de jî ragihand, komîsyona bilind a helbijartinê û rapirsiyê rêkarên teknîkî pêk anine û ti pirsgirêkek tine ye û ti bahaneyek bo paşxistina helbijartinê jî nîne. PDK dibîne ku pêwîst e hilbijartin di dema xwe de birêve biçin.
Mehmûd Mihemed derbarê helwesta PDKê li ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê wiha got: “Me hewl da ku hemû aliyên siyasî yên Kurdistanî di proseya me de ya ji bo avakirina hikûmeta Iraqê beşdar bin, ku me dixwest em projeyeke hevbeş amade bikin, lê ew yek pêk nehat û PDK û YNK projeyek amade kirine. Dîsa jî emê serdana aliyên siyasî yên Kurdistanê bikin ji bo yekîtiya hekwesta Kurdan li Bexdayê. Emê li Bexdayê ji bo mafên destûrî yên Kurdistanê kar bikin. Me di proseya xwe de tekezî li ser hersê xalên (hevbeşî, hevsengî û tifaqê) kiriye. Herwiha me tekezî li ser cîbicîkirina madeya 140 û li ser mafê Pêşmerge di hikûmeta bê de.”
Berdevkê PDKê wiha domand: “Emê gotûbêjan ligel hevpeymaniyên Iraqê bikin û kîja hevpeymanî ji wan nêzîkî me be û mafê gelê Kurdistanê nas bike, emê ligel wê rêkeftinê bikin ji bo avakirina hikûmeta nû. Em naxwazin tenê tevlî wê hevpeymaniyê bibin ku dê hikûmetê ava bike, em dixwazin bi bandor bin di avakirina hikûmetê de.”




