Nêçîrvan Barzanî û şanda wuzeyê ya Rûsya civiyan

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Rûsî civiya.
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja pêncşemê 30.08.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Pavel Sorukîn Cîgirê wezîrê wuze yê Rûsyayê Pavel Sorukîn, Vladislav Barîşnîkov Cîgirê serokê kompanya Gazprom Neft û Konsulê giştiyê Rûsyayê yê Herêma Kurdistanê Vladislav Barîşnîkov kir.
Di civînekê de, şandeya mêvan hevkarî, hevahengî û têkeliyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistan û Rûsyayê û pêşkeşkirina hêsankarî û hevkariyan ji bo kar, çalakî û pirojeyên şîrketên rûsî ji aliyê hikûmeta Herêma Kuridstanê ve, bilind nirxandin û hêvî xwest ew hevkarî û têkelî berdewam bin û zêdetir xurt û berfirehtir bibin.
Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re got ku bi armanca baştirkirina kar û pirojeyên şîrketên rûsî li Herêma Kurdistanê û bi taybetî di warê enerjî û pêşdebirina ew peymanên di navebra her du aliyand e hene, hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkarî û hêsanakiriyan amade ye.
Serowkezîr Barzanî got ku rewşa Herêma Kurdistanê di warê êkonomî (aborî) de ber bi başî û geşbûnê ve diçe û vê yekê jî wisa kiriye ku bala sermayedarên biyanî bikşîne û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bona rê xweşkirin û hevkarî kirina kompanî û şirketên biyanî ku li Herêma Kurdistanê di warên cuda de sermaye gozariyên bikin amade ye.
Pêşvebirina têkeliyên kevin ên navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê, bilindnirxandina kar û pirojeyên kompaniyên rûsî yên di warê enerjiyê de û nirxandina rewşa herêmî bi giştî, çend mijarên din yên civînê bûn.




