Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka li ser hikûmeta Iraqê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi rêya telefonê peywendî bi Serok Barzanî kir û herdukan mijara pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin.
Îro Çarşema 29.08.2018 danê êvarê, Wezîrê Derveyê Amerîka Mike Pompeo bi rêya telefonê ve peywendî bi Serok Mesûd Barzanî re kir.
Di vê peywendiya telefoniyê de ku rewşa siyasî ya Iraqê hat gotûbêjkirin, Wezîrê Derveyê Amerîkayê pesnê rola Serok Mesûd Barzanî ya di proseya siyasî ya Iraqê de û piştî hilbijartinên Parlamntoya Iraqê da û ew rol bi girîng da zanîn.
Herwiha derbarê pêşhatên siyasî yên dawî û danustandinên di navbera aliyên siyasî de ji bo damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê, herdû aliyan gotûbêjkirin.
Hevdem behsa wê yekê kirin ku çawa di demeke nêzîk de hikûmeta nû ya Iraqê bê avakirin.
Her di vê peywendiya telefonî de, Serok Barzanî û Mike Pompeo tekezî li ser wê yekê kirin ku şêwirên wan berdewam bin û herwiha tekezî li ser peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de jî kirin.




