26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

DXB: Divê hevkarî jibo nava Sûriyayê were şandin daku xelkê Rojava ji vê zêdetir aware nebin

Çavkanî: KDP.info

Duhî dezgeha xêrxwazî ya Barzanî di derbarê rewşa aloz û metirsîdar ya Sûriyayê û herwiha di derbarê rewşa Penaberên Rojawayê Kurdistanê de daxuyaniyek pêşkêşî raya giştî kir û ragihand ku, hevdem ligel berdewambûna aloziyên heyî yên li Sûriyayê de rewşa xelkê vê welatî bi taybetî rewşa Penaberên Rojavayê Kurdistanê gelek aloze û hevkariyên heyî bi awayekî yeksan nagehêjin destê wan.

 

Dezgeha xêrxwaziya Barzanî eşkere kiriye ku, niha zêdetir ji 60 hezar Penaberên Rojavayê Kurdistanê li Deverên curbicur yên Kurdistanê de hatine bicîhkirin û pêdeviya wan bi hevkariyan heye jiber ku, ev hevkariyên ku, tên komkirin bi awayekî rêkûpêk nagehêjin destê wan.

Bi taybetî di demsala zistanê de hem rewşa wan Penaberan û him jî rewşa xelkê Rojavayê Kurdistanê gelek aloze lewre pêwîste hevkariya wan were kirin û heta niha jî ajans û dezgehên ser bi NY bi awayekî pêwîst hevkariya wan Penaberan nekiriye.

Dizgeha xêrxwazî ya Barzanî di beşeke din ya daxuyaniya xwe de bo baştir hevkarî kirina wan Penaberan 4 pêşniyar pêşkêşî raya giştî kiriye û gotiye:

- wezareta navxwe tevî dezgehên herêmî, un û dezgeha xêrxwazî ya Barzanî hewl bo organîze kirina hevkariyên komkirî bide û hevkariyên han jî bi awayekî yeksan li ser wan dabeş bike.

 

- raya giştî ya welatên xêrxwaz were agehdarkirin daku, jiyana wan Penaberan bi cidî werbigire û hevkariya wan bike.

 

- heta zûye hewl bo şandina hevkarî bo nava Sûriyayê were kirin daku, xelkê Rojavayê Kurdistanê ji vê zêdetir aware nebin.

 

- kom kirina tevahiya wan Penaberan ku, li derdorê Bajarên curbicur yên Kurdistanê de konên xwe vedane di nava kemp anjî çen kempekî de daku, baştir ji wan re xizmet were kirin.

 

Nûçeyên têkildar