Erebên ku alîkariya DAIŞê kiribûn, hikûmeta Iraqê wan vedgerîne Şingalê
__2018_08_28_h16m1s28__ER__2018_08_28_h17m19s46__HK.jpg)
Dihok-KDP.info- Fermandarê Giştî yê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo dibêje, Hikûmeta Iraqê biryar daye ku bi hezaran malbatên Ereb ên ku alîkariya DAIŞê kiribûn, dîsa wan vegerînin Şingalê.
Beriya niha berpirsên siyasî û leşkerî yên Şingalê ragihandibûn ku, bi alîkariya Hikûmeta Iraqê û Heşda Şeibî, êdî ew Erebên ku di karesata Şingalê de alîkariya DAIŞê kiribûn, dîsa vedigerin Şingalê.
Îro Sêşema 28-8-2018 Heyder Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Iraqê biryarek daye ku bi hezaran malbatên Ereb ên gundê Golat ê rojhilatê Şingalê vegerîne navçeyê, ku destê wan Ereban di komkujiya Êzdiyan de hebû.”
Şeşo wiha got: “Wan malbatan alîkariya DAIŞê dikirin. Lê hikûmeta Iraqê wek hercar dîsa şaşîtiyê dike. Hatina wan malbatên ku alîkariya DAIŞê kirine, metirsî ye li ser jiyana xelkê Şingalê û dibe ku tiştên pir xerab çêbibin. Em jî vê yekê qebûl nakin.”
Heyder Şeşo wiha domand: “Ew kesên ku destê wan di karesata komkujiya Êzdiyan de hebû, dibê bin cezakirin û bighên heqê xwe.”




