26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û McGurk avakirina hikûmeta Iraqê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Şanderê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê Brett McGurk civiya û herdu aliyan li ser pêşhatên dawî yên herêmê û diyaloga navbera aliyên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê gotûbêj kirin.

Êvara Duşema 27-08-2018an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Şanderê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê Brett McGurk, Balyozê Amerîkayê li Iraqê Douglas Silliman û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Fagin û şanda li gel wan kir.

Di civînê de ku Balyozê Amerîkayê li Iraqê Douglas Silliman, Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Fagin û şanda li gel wan amade bûn, herdu aliyan li ser pêşhatên dawî yên herêmê û diyaloga navbera aliyên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê gotûbêj kirin, bi awayekî ku hikûmeteke niştimanî be û di vê mijarê de rola Herêma Kurdistanê di gotûbêjan de bilind û giring nirxandin.

Di beşeke din a hevdîtinê de encama civîn û hevdîtinên şanda hevpeymaniyên ciyawaz ên Iraqê li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê ku serdana Hewlêrê kiribûn û pêşhat û rewşa asayişa herêmê behs kirin.

Herwiha di civînê de her yek ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên, Wezîrê Navxweyî û Wezîrê Pêşmerge yê bi Wekalet Kerîm Şingalî û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî jî beşdar bûn.

 
 

 

Nûçeyên têkildar