26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Osman Ocalan: PKK nahêle li Bakurê Kurdistanê aşitî çêbibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Osman Ocalan dibêje, PKK nahêle li Bakûrê Kurdistanê aşitî pêk were. Ocalan daxwaz ji Serok Barzanî dike hewlên xwe bide ji bo ku dîsa “pêvajoya aşitiyê” li Tirkiyê dest pê bike.

Osman Ocalan, ku di heman demê de birayê rêberê PKKê Abdullah Ocalan e jî, ji malpera PDK.info re ragihand: “Vê gavê li Bakurê Kurdistanê ti hêviyek bo pêkhatina aşitiyê nîne çimkî PKK rêgiriyê dike û nahêle li wir aşitî pêk were. PKK li ser rêyeke şaş diçe. Rê nade partiyên din ên Kurdî. PKK aştiyê naxwaze.”

Osman Ocalan wiha got: “PKK rê nade hêzên din jî da ku bo aşitî û çareseriyê bixebitin ji ber wê jî bila Serok Barzanî hewlên xwe bo dîsa destpêkirina pêvajiya aşitiyê dest pê bike. Çimkî Serok Barzanî dikare rêya derketina hêzên nû veke. Ji ber ku heta hêzên nû li Bakûr dernekevin meydanê aşitî û çareserî pêk nayê.”

Derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, Ocalan wiha domand: “Herdû alî cîranê hev in û ji hemû aliyan ve pêwîstiya wan bi hev heye. Pêwsît e Herêma Kurdistan. Pêwesniyên xwe ligel welatên cîran berdewan bihêz bike.”

Nûçeyên têkildar