Rojane 8 hezar tûrîst tên Herêma Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Berpirsekî Hikûmeta Kurdistanê dibêje, hejmara geştyar ango tûrîstên ku serdana Başûrê Kurdistanê dikin roj bi roj zêde dibe, niha rojane herî kêm 8 hezar tûrîst serdana Kurdistanê dikin.
Berdevkê Desteya Tûrîzmê ya Kurdistanê Nadir Rostî ji malpera PDKinfo re ragihand: “Hejmara tûrîstên ku serdana Kurdistanê dikin gelekî zêde bûye û niha rojane herî kêm 8 hezar tûrîst tên Kurdistanê.”
Nadir Rostî her wiha got: “Sebeba serekî ya ku gelek tûrîst tên Kurdistanê, aramî û ewlehiya Kurdistanê ye. Ji ber ku eger Derek aram nebe kes nawêre serdana wir bike.
Rostî da zanîn, piraniya tûrîstên ku serdana Herêma Kurdistanê dikin tûrstên Iraqî ne.”
Attachments area




