26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Civata serokatiya PDK: Em piştgiriya mafên Kurdên rojava dikin û dibê Kurd li parçeyên din bi awayekî aştiyane hewl bo bidest xistina mafên bidin

Çavkanî: KDP.info

Duhî bi Serokatiya Serok Barzanî civîna berfire ya civata Serokatiya Partiya demokrata Kurdistanê hate lidarxistin.

 

Di vê civîna han de çendîn babetên girîng weke, rewşa Îraqê, meseleya xwepîşandanên heyî yên li hin Parêzgehên Îraqê de, rewşa Deverên Kurdistanî yên li Derveya Kurdistanê, civîna heyeta hevbeş ya leşkerî ya Kurdistan û Îraqê, aloziyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nîqaşkirin.

 

Di berdewamiya civîna han de li ser astê Dever û Derveya Kurdistanê jî rewşa Sûriyayê bi giştî û rewşa Kurdên Rojawayê Kurdistanê bi taybetî, pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê û meseleya destpê kirina hevdîtinên rasterast bi Ocelan re û herwiha meseleya teror kirina 3 jinên çalakvanên Kurd li Parîrsê jî hatin giftûgokirin.

 

Di vê civînê de bi tundî tîror kirina her sê jinên Kurd li Farnsa hat şermezar kirin û dawa kirin ku berpirsyarên wê komkujiyê bên aşkire kirin.

 

Di beşeke din ya civîna duhiyê de çawetiya hevkarî kirin bo çareser kirina doza Kurd li parçeyên din yên Kurdistanê de jî hate ravekirin û hate gotin ku, dibe Kurd li parçeyên din yên Kurdistanê de bi awayekî aştiyane hewl bo bidest xistina mafên xwe yên reva bidin, û civînê tekez kir ku ew piştgiriya wan gavên baş dikin ku jibo çareserkirina doza Kurd li Turkiye tê avêtin, her wek çawa  herdem serok Barzanî piştivaniya mafên Kurdên rojava dike, di vê demê de jî serok Barzanî piştivaniya wan dike

Nûçeyên têkildar