Beyannameya kongireya duyemîn a ENKS

Serokayetiya Kongireya Niştimanî ya Kurd a duyemîn, beyannameya dawî ya kongireyê ku di 10/1/2013`an li bajarê Qamişlo bi amadebûna 211 nûnerên hemû pêkhateyên civaka Kurdî ji Patî û kesên serbixwe û jin û ciwanan hatibû saz kirin belav kir.
Li gor beyannameyê ku wêneyek gihîştiye dest Xendanê tê de hatiye ku: "Di kongirê de raportên xebatên encûmenan û bernameya siiyasî ya demkî her weha rewşa rêxistinî ya encûmenê hatiye xwendin û gengeşe kirin û di nava wê de jî rêkeftina Hewlêrê ku di navbera her du encûmenan de (Encûmena Niştimanî ya Kurd û Encûmena Gel a Rojava) hatibû îmza kirin hatiye gotûbêj kirin."
Di ware siyasî de beyannameyê bal kişandiye ku di kongireyê de Dewletek federal ya democrat ferehnetew û ol û taîfe li gor sîstemeke parlemanî û li gor peymanên navdewletî hatiye biryar kirin. Her weha di destura Sûrî ya pêşerojê de jî hebûna gelê Kurd û mafên wê yê netewî wek şerîkê bîngehîn û çareserkirina doza netewî ya Kurd li gor peymanên navdewletî were pejirandin. Di heman demê de navçeyên Kurdî jî di çarçoveya yekîtiya netewî a Sûrî li gor desturê bê nasandin û zimanê Kurdî jî weke zimanekî fermî li welat bê pesend kirin, bûye biryar.
Beyannameyê li bare peywendiyên bi opozisyona Erebî re jî diyar kiriye ku: Kongirê teqez li ser giringiya kar bi opozisyona niştimanî kiriye bo ruxandina rêjîma stemkar û xwînrij bo dîtina alternatfekî demokratîk. Her weha teqez li ser çareseriya siyasî û pêdiviya bi guhestinekê bo dewleteke maf û yasayî heye û li dijî hemû rengên tayîfegerî û mezhebiye.
Beyannameyê cext li wê yekê kiriye ku kongirê teqez li ser giringiya peymana Hewlêrê kiriye bo rêxistinkirina mala Kurd û yekrêziya wê di çarçoveya şoreşa Sûrî de û cext li ser cîbicîkirina bendên wê peymanê hatiye kirin û her weha aktîvkirina karê komîteyan di demeke kin de û bal kişandiye ku divê hin xalên wê peymanê bêne sererastkirin bi mebesta lezkirina kar û berferehkirina rêveberiyan bo standina biryaran kiriye .
Di dawiya beyannameyê de hatiye ku: "Di geş û hewayekî demokratîk de û li gor biryara kongirê encûmenk niştimanî ya Kurdî ji 75 endaman hatiye hilbijartin."




