26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şandeke ENKSê serdana Îmarat dike

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Serkirdeyekî ENKSê ragihand ku şandeke wan serdana Îmarata Erebî dike û dê ligel serkirdeyên wî welatî bicive.

Nûnerê ENKSê di Îtîlafa Opozisyona Sûriyê de Hewas Egîd ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi vexwendineke fermî ji aliyê Îmarat ve, şandekê serdana Îmarata dike û dê ligel berpirsên wî welatî bicive.”

Hewas Egîd wiha got: “Şanda ENKSê dê li gel berpirsên Îmarat çend pirsên girêdayî Sûriyê û bi taybetî Kurd di nava kirîza Sûriyê û rewşa Efrînê û pêşeroja Kurdan di Sûriya nû de, gotûbêj bike.”

Serdana şanda ENKSê di demekê de ye û amadekarî ji bo nivîsandina destûra Sûriyê tên kirin û ENKSê serdana welatên cuda yên Ewropî û Erebî dike ji bo çareserkirina pirsa Sûriyê bi giştî û pirsa Kurdî bi bi taybetî.

 

Nûçeyên têkildar