Fermandê lîwa heşt ya hêza pêşimergey: 24 demjmêran sinor vekirîne

Haşim Sîteyî fermandê lîwa heşt ya hêza pêşimergey ragehand ku 24 demjmêran sinor bo xelkê divên bihên herêmê di vekirîne û rojane 400 ta 500 xêzan ji rojava tên herêma Kurdistanê û got: " 700 metirên sinorî hatine sîmekirin ku merem pê ewe rêgiriyê li wan kesan bigirin yên bo meremên qaçaxiyê sinoran dibezînin."




