Fazil Mîranî bi selamete

Jêderekî nêzîkî birêz Fazil Mîranî sekreterê mekteba siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê wê çendê ret diket ku sekreterê
mekteba siyasî ji encamê rûdaneka tirafîkê de ziyan berkeftibê û ew nûçeyê hatiye belavkirin jî hatiye şêwandin û rastî têda niye û Fazil Mîranî yê bi selamete.
Xelîl Berwarî sekreterê rojnemevanî yê Fazil Mîranî sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan taybet ji KDP.info re ragehand ku sebaret bi nûçeyeka malpera rûdaw ku belav kirbû Fazil Mîranî ji egerê rûdanekê ziyan gehştiye cesteyê wî, xoyakir ku ew nûçeyê li malpera rûdaw hatiye belavkirn binemayê rastiyê têda nîne û hatiye şêwandin û got: raste l roja înê 11/1/2013ê rûdaneka hatuçuyê peyda bû, lê sekreterê mekteba siyasî ya partî bi selamete û ziyanên cesteyî pênegehştîne û ewa hatiye gutin rastî têda nîne, herwesa radgehînîn ku di wê rûdanê de kerîm sincarî wezîrê navxo yê hikûmeta herêma Kurdistanê digel da nebûye ku di vê rûdanê de çi heval digel sekreterê mekteba siyasî ya partî nebûye.
Heman jêderî got jî, Fazil Mîranî selamete û ji rûyê saxlemiyê ve hîç ziyanek pênegehştiye û ewa hatiye rûdan jî, ji encamê rûdaneka asayî ya hatuçuyê ye bûye, sipas bo xwedê hîç ziyanek ji rûdanê peyda nebûye.




