26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî bo Koçer Bîrkar: Serkeftina te şanazî ye bo gel û niştiman

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê pîrozbahî li Koçer Bîrkar kir ku mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê (matematîk) wergirt.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ji Koçer Bîrkar diyar kir ku “ev xelat û serkeftina we ya zanistî bûye cihê kêfxweşî û şanaziyê ji bo gel û niştiman.”


Ev jî peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye:

“Birêz Koçer Bîrkar

Ez ji ber vê serkeftina we ya mezin, we û malbata we pîroz dikim. Ev xelat û serkeftina we ya zanistî, bûye mayeya kêfxweşî û şanaziyê ji bo gel û niştiman.

We bi vê serkeftinê nimûneya xortê jîr û zanistkar ê serkeftî yê Kurd nîşanî cîhanê da, ku dikarin di asta zanayên mezin ên cîhanê de bin, di heman demê de xelata we ya zanistî dê bibe bawerbixwebûn û hander ji bo dahênana zêdetir a xortan di hemû waran de, bi taybetî jî di warê zanistî de.

Ez cardin we pîroz dikim, bi hêviya temenê dirêj û serkeftinên zêdetir”

Nûçeyên têkildar