26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziya hunermendekî Rojavayê Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hunermendê Rojavayê Kurdistanê Şevger Hovak kir.

Roja pênçşem 02.08.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hunermendê dilsoz û niştimanperwer Şevger Hovak kir.

Di hevdîtinê de hunermend Şevger got ku îro xewna mezin a jiyana min pêk hat û hatim soz û wefaya dilsoziya xwe ji bo ax û rêbaza pak a Kurdayetî û niştimanpereweriyê dûpat bikim û heta nefes û henaseya min hebe ezê di xizmeta gel û welat û Pêşmerge de bim.

Serok Barzanî jibilî bi xêrhatina wî hunermendî, rêz û pêzanînên xwe ji bo helwesta niştimanperweriya hunermend Şevger nîşan da û hêviya serkeftinên zêdetir ji bo wî xwest.

 

Nûçeyên têkildar