Nêçîrvan Barzanî û şandeke leşkerî ji Amerîka civiyan

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke leşkerî ji Amerîka kir û di wê hevdîtinê de hêvî xwest ku alîkariyên Amerîka bo Hêzên Pêşmerge berdewam bin.
Îro Çarşema 1-8-2018 Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Berpirsê Ofîsa Hevahengiya Asayişa Amerîka li Iraqê Mêcer General Şon Cênkîs û Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê Stîf Vagin û şanda bi wan re kir.
Di wê hevdîtinê de şanda mêvan spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge kir li ser alîkariyên wan ji bo Amerîka û li ser operasyonên Hêzên Pêşmerge û hêzên Amerîka bo jinavbirina metirsiyên terorê.
Herwiha şanda mêvan got ku pêwîst e li hemberî metirsiyên serhildana DAIŞê hevahengî û alîkariya Pêşmerge û artêşa Iraqê bi piştevaniya hevpeymanan hebe. Şanda mêvan herwiha got ku ew ji bo alîkariya çaksaziyên Wezareta Pêşmerge amade ne.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya alîkariyên leşkerî yên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Hêzên Pêşmerge kir û hêvî xwest ku ew alîkarî berdewam bin nexasim di warê çaksazî û rêxistinên di Wezareta Pêşmerge de, ji bo ku bandora Hêzên Pêşmerge zêdetir bibe.
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku bi hevkarî û hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de û bi piştevaniya hevpeymanan dibe rêgir li pêşiya serhildana terorê li navçeyê.
Herwiha di vê hevdîtinê de rewşa navçeyê û çend mijarên girêdayî rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.




