Mcgurk: Em şanaziyê dikin bi hevahengî û şeraketa Amîerka û Pêşmerge

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Brett Mcgurk Nûnerê Taybetê Serokê Amerîka bo Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê kir û di wê hevdîtinê de Mcgurk got Amerîka şanaziyê dike bi hevahengiya xwe ya ligel Hêzên Pêşmerge û dê ew hevahengî û şeraket berdewam be jî.
Roja çarşem 01.08.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Brett Mcgurk Nûnerê Taybetê Serokê Amerîka bo Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê û şandekî li gel kir ku ji Steven Fagin Konsolê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê û hejmarek ji şêwirmendan pêkhatibû.
Di destpêka hevdîtinê de Nûnerê Taybetê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê bi helkefta salvegera Enfala Barzaniyan ve carekî din pirse û hevxemiya xwe ji bo kesukarên qurbaniyên Enfalê derbirî. Herwiha hevxemiya xwe ji bo malbatên şehîdên vê dawiyê ya şerê li dijî terorîstên DAIŞê û karmendên şehîdên rûdana terorîstiya êrîşa li ser avahiya parêzgeha Hewlêrê derbirî.
Di hevdîtinê de Nûnerê Taybetê Serokê Amerîka bo Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê bi Serok Barzanî ragihand: “Cenabê we herdem tekez dikir bi şikandina DAIŞê şerê terorê temam nabe, niha em dibînîn şerê terorê çûye qonaxekî nû ve û awayeke din werdigre. Em şanaziyê bi wê şeraket û hemahengiyê dikin ku me li gel Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorê da heye û berdewam jî dibe.”
Herwiha Nûnerê Taybetê Serokê Amerîka bo Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê li hevkêşeyên siyasî û şerê têkşikandina terorîstan li navçeyê da bilind nirxand û bi rolekî girîng û yekalîker wesif kir.
Rewşa siyasî ya Iraqê ya li piştî hilbijartinê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku pêwîste proseya siyasî li ser her sê bingeha şeraket û tewafuq û hevsengiyê be hemû naverokên xwe ve bê avakirin û mekanîzm û bana demkî jî ji bo bi cîhkirina wan sê prensîpan bê danîn bo ku hemû pêkhat hest bi wê yekê bikin ku li proseya siyasî ya Iraqê da şerîkin û her li jêr ronahiya wan sê prensîpan da jî hikûmet bê pêkanîn. Nûnerê Taybetê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê tekez kir ku rola Herêma Kurdistanê girîng û yekalîkere û ew sê bingeh jî rêya dirust û guncawin û piştevaniyê lê dikin.
Di beşekî dinê vê civînê da Nûnerê Taybetê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê ragihand ku welatê wan berdewam dibê li yarmetîdana Iraq û Herêma Kurdistanê û dirustkirina avahiya Konsolxaneya Amerîka li Hewlêr, avahiyê jî ji bo paşarojeke dirêj ya hevkariyê wesif kir û eve jî xisterû ku derfeteke zêde ji bo karê hevbeş heye bi navê pêkanîna aramî û baweriyeke zêdetir têdikoşin.




