26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Çîk civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Konsulê Nû yê Komara Çîkê li Herêma Kurdistanê civiya û behsa rewşa navçeyê û proseya siyasî û rewşa ewlehiya Iraqê kir.

Îro Çarşema 1ê Tebaxa 2018an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Nû yê Komara Çîk Mikhail Svoboda li Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir.

Di hevdîtinekê de konsulê nû yê komara Çekyayê yê li Herêma Kurdistanê amaje bi pêwnediyên dostane û dîrokî yên Herêma Kurdistanê û Çîk kir û spasiya hevkarî û hêsankariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo konsulê berê kir û hêvî kir, ku ew alîkarî berdewam bin.

Konsulê nû yê Çîk herwiha amadebûna welatê xwe bo hevkarî û hemahengiya li gel Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê zanistî de nîşan da û vekirina zanîngeha teknîkî ya Çîk li Hewlêrê bi pêngavek di vê arasteyê de bi nav kir, ev jî ji bilî ku çend rêxistinên Çekyayê di warê mirovî de hevkariya aware û penaberan dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî di vê hevdîtinê de ji bona kun û dest bi kar dibe, pîrozbayî li konsulê nû yê Çîk yê li Hewlêrê kir û di kar û erkên wî de hêviya serkevtinê jê re xwast.

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekezî li ser hevkarî û hêsankariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo kar û çalakiyên konsulê nû yê Çîk kir û tekezî li ser pêwnediyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Çekyayê jî kir û li hember vekirina zanîngeha teknîkî ya Çîk li Hewlêrê spasiya wî welatî kir.

Serokwezîr Barzanî amadebûna Herêma Kurdistanê jibo pêşxistina hevkariyan û geşkirina zanistê û warên din jî nîşan da.

Gotûbêjkirina rewşa navçeyê û proseya siyasî û rewşa ewlehiyê li Iraqê aliyeke din ê hevdîtinê bû.

 

Nûçeyên têkildar