26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî Cejna Çileyê Havînê li Êzdiyan pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Çileyê Havînê ya Êzdiyan peyamek belav kir û tê de pîrozbahî ji kesayetiyên ola Êzdî û xuşk û birayên Êzdiyên Kurdistan û hemû cîhanê re şand.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo hatina cejna Çileyê Havînê ya ola Êzdî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî kesayetiyên ola Êzdî û xuşk û birayên me yên Êzdî yên Kurdistanê û seranserî cîhanê dikim.

Ev cejin di demekê de ye ku Kurdistan birîndarê wê karesatê ye ku ji aliyê terorîstan ve li ser xuşk û birayên me yên Êzdî û gelê me da hat û ew zulma mezin nabê bê ji bîr kirin.

Hêvîdar im ev cejin bibê destpêkek ji bo vegerana xuşk û birayên me yê Êzdî ya ji bo jiyana asayî û bikarin di rewşeke aram û aştiyane de cejin û şahiyên xwe bikin.

 

Mesûd Barzanî
30.07.2018”
 

 

Nûçeyên têkildar