26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tenê 2 Kurd di nivîsandina destûrê Sûriyê de beşdar dibin

Çavkanî: KDP.info

 

Dihok-KDP.info- Lîsta dawî ya navên ku dê reşnivîsa destûra Sûriyê binivisînin, hat ragihandin û tenê navê 2 Kurdan di nava wan de heye û ew jî ser bi ENKSê ne.

Endamê ENKSê di nava Opozisyona Sûriyê de Şelal Gedo ji malpera KDP.info re ragihand: “Lîsta dawî ji navên ku dê reşnivîsa destûra Sûriyê binivîsînin, amade bûye. Ew lîst ji 50 kesî pêk tê û 2 ji wan Kurd in û ew jî Hewas Egîd û Zehre Mihemed in.

Şelal Gedo wiha got: “Ew herdû kes ser bi ENKSê ne û nûneratiya Kurdan dikin.”

Nerazîbûneke mezin li cem xelkê Rojavayê Kurdistanê çêbûye li ser hejmara endamên Kurd di wê lîsteyê de û dibêjin opozisyon jî mîna rêjîmê bi çavekî biçûk li Kurdan dinere û mafê wan dixwe.

Nûçeyên têkildar