26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên rojava sipasiya serok Barzanî kirin

Çavkanî: KDP.info

Duyemîn kongreya nîştimanî ya Kurd a li Rojavayê Kurdistanê de evro sipasnameyek pêşkêşî Serok Barzanî kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Birayê birêz û hêja Serok Mesûd Barzanî

Silav û rêz

 

Duyemîn kongreya nîştimanî li Sûriyayê gerimtirîn silavên xwe yên biratiyane pêşkêşî weyên birêz dike û hêviya serkeftin û tendirostî ji we re dixwaze.

Duyemîn kongreya nîştimanî ya Kurd a li Sûriyayê sipasiyên xwe li hember hewldanên we û piştgîrî kirina we ji têkoşîna Rojavayê Kurdistanê pêşkêşî we dike.

Duyemîn kongreya nîştimanî ya Kurd tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina peymannameya Hewlêrê a ku, bi Serokatiya weyê birêz hatibû îmzekirin kir.

Careke din silavên birayên me qebûl bikin û hêvî dikin hertim tendirost û selamet bin.

Serokatiya duyemîn kongreya nîştimaniya Kurd li Sûriyayê

Sûriya- Qamîşlo

Nûçeyên têkildar