26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bazirganên Erebistana Siûdiyê dixwazin li Kurdistanê karên mezin bikin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Yekîtiya Odeyên Bazirganî yên Herêma Kurdistanê Dara Celîl Xeyat ragihand ku hatina şandeke bazirganî mezin bo Herêma Kurdistanê derfeteke pir baş e ku li Kurdistanê kar û veberhênanê bikin, ji ber ku dizanin cihekî aram û bi ewle ye.

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja dûşem 2018-07-23 pêşwaziya Samî bin Ebdulezîz el-Ubêdî Serokê Jûra Bazirganiya Erebistana Siudîyê, Ebdulezîz el-Şemerî Balyozê vî welatî li Bexdayê, Mansûr Feysel el-Utêbî Konsulê giştiyê vî welatî li Hewlêrê û hijmarek berpirs û endamên Jûra Bazairganiya Erebistanê kir. Şanda mêvan berhevbûna welatê xwe ji bo sermaye razandin li Herêma Kurdistana aram nîşan da. Herdu aliyan behsa kar û derfetên veberhênanê, pêşxistana têkiliyên abûrî û bazirganî di navbera Erebistan û Herêma Kurdistanê de kirin, bi taybetî li warên pîşesazî, çandinî û geştiyariyê.

Derbarê hatina wê şanda Erebistanê bo Kurdistanê, Dara Celîl Xeyat ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina wê şandê ji bo pêşxistin û bihêzkirina pêwendiyên aborî û bazirganî ne di navbera Herêma Kurdistnê û Erebistana Siûdiyê de. Herwiha hatina wê şandê derî ji bazirganên Siûdiyê re vedike ku bên û li Kurdistanê kar û veberênanên mezin bikin. Emê komek proje bidin wan ji bo ku cîbicî bikin.”

Xeyat wiha got: “Deriyê Herêma Kurdistanê her ji bazirganên hemû welatan re vekirî ye û hatina wan bazirganan jî vedigere bo aramî û ewlehiya ku li Kurdistanê heye, ku em jî pêşwaziyê li wan dikin û rêz û hurmetê ji wan re digrin û alîkariya wan dikin.”

 

Nûçeyên têkildar