Hin alî naxwazin Êzdî bibin xwedî kursiyekî parlamentoyê

Dihok-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Rûhanî ya Êzdiyan Kerîm Silêman dibêje, şandeke Êzdiyan serdana aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ji bo ku kursiyeke Êzdiyan jî di Parlamentoya Kurdistanê de hebe, lê hin alî wê yekê qebûl nakin.
Kerîm Silêman ji malpera KDP.info re ragihand: “Hejmara Êzdiyan li nava Herêma Kurdistanê naghê kursiyekî û piraniya Êzdiyan li navçeyên madeya 140 in, lewma jî li gorî dengan kursiyek ji me re dernakeve. Me daxwaz kir ku wek Xristiyan û Tirkmanan kursiyeke me jî yê kota hebe, ew jî wek rêzgirtinekê ji qurbaniyên Êzdî re.”
Ji bo wê mebestê Encûmena Rûhanî ya Êzdiyan bi serperiştiya Birîkarê Mîrê Êzdiyan serdana çend aliyên siyasî yên Kurdistanê û serdana Parlamentoya Kurdistanê kir û daxwaza kursiyeke kota kir.
Derbarê wê serdanê, Kerîm Silêman wiha got: “Me daxwaza kursiyekî parlamentoyê kir, lê piştî me ew serdan kirin û navê aliyên siyasî yên ku dê di hilbijartinên Kurdistanê de beşdar bibin, belav bûn û navê Êzdiyan tê de nebû, em gelekî bêhêvî bûn û bi vî awayî dê ti parlamenterên Êzdî di Parlamentoya Kurdistanê de nebin.”
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) her ji serî de piştevaniya Êzdiyan dike ji bo ku parlamentereke Êzdî jî di Parlamentoya Kurdistanê de hebe, lê hin aliyên siyasî yên Kurdistanê li dijî wê yekê ne.




