Serokwezîr û Nûnerê NY rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma KurdistanêNêçîrvan Barzanî û Nûnerê taybet ê Sekreterê NY li Iraqê civiyan û di wê hevdîtinê de rewşa Iraqê piştî hilbijartinan û avakirina hikûmeta nû gotûbêj kirin.
Îro 23-7-2018 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nunerê taybet ê Sekreterê giştî yê NY bo Karûbarên Iraqê Jan Kubiş kir.
Di civînê de behsa rewşa dawî ya Iraqê bi taybetî aloziyên li başûrê Iraqê hate kirin û nunerê NY tekez li ser vê yekê kir ku pêwîst e tevahiya aliyên Iraqî dest bi diyalogeke cidî bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bikin û daxwazên welatiyan jî cîhbicîh bikin.
Jan Kubiş di beşeke din a axaftinên xwe de behsa girîngiya rola Kurdistanê di diyalog û hewldanên heyî yên bo ava kirina kabîneya nû û beşdarî kirina Kurdistanê di prosesa siyasiya Îraqê de kir.
Di beşeke din a civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî balkêşande ser prosesa siyasiya Iraqê û dubare hijmartina dengan bi dest û got: “Ev prosesa hijmartina dengan bi dest bi dawî hatiye û lazime dadgeha fedralî jî biryara xwe li ser encamên hilbjartinan bide daku aliyên siyasî zêdetir bikaribin dest bi diyalogê bo avakirina kabîneya nû bikin.”




